Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, Hewas Xelîl di hevdîtineke taybet de bi beşê kurdî ji Nivîsgeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî re got ku di 5ê Gulanê de li avahiya Emaneta Giştî ya Hevbendiya Niştimanî li Istanbulê, li ser daxwaza komîta peywendiyên karûbarê derve ya Balyozxaneya Emerîkî, hevdîtinek di navbera Şandeya Kongirêsê Emerîkî û Nûnerên Hevbendiya Niştimanî pêk hat.
Tewerê hevdîtinê rewşa dawî li ser qada Sûriyê û çawaniya yekirina helwesta opozisyona Sûrî û alayên çekdar li ser qadê bû, ji bo ji zehmetkêşiyên Gelê Sûriyê re yê ko şoreşa wî ket sala xwe ya pêncan de çareseriyek bête dîtin.
Xelîl got, Nûnerên Hevbendiyê tekez kirin ku gerek ”piştgiriya Emerîka ji Gelê Sûrî re tekûz be û artêşek ji hemû pêkhatên Gelê Sûrî bête damezirandin, li gora rêjeya her pêkhatiyekî di riya dezgehên ko nûneritiya wî dikin re, û li herêmên ko piraniya wan Kurd in divê di rêya dezgehên Encûmena Niştimanî Kurdî re be”
Û ji aliyê xizmet û hawarhatinê ve Xelîl got: “me ji Şandeya kongirês xwest ko piştgiriya Encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî Kurdî bikin, çimkî saziyên wê li hemû herêman hene. Û got ko Şandeya kongirêsê soza gihandina van pêşinyaran bo kongirêsa Emerîkî da, Her wiha Şandeyê soz da wan ko hevdîtinekê bi Encûmena xwecihî ya Kobanî re bike da rewşa jiyana wan ya dijwar û nemana kêmtirîn pêdiviyên jiyanê ji nêz ve bişopînin, û awayê çareserkirina ew teqemeniyên li şûna cengê mane gengeşe bikin ” .
Di wê hevdîtinê de Nûnerên Hevbendiya Niştimanî spasiya Hevpeymana Navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka kir, li ser piştgiriya ko ji hêzên hevbeş re li kobanî pêşkêş kirin û rola wan ya giring di rizgarkirina Kobanî ji Rêxistina Daiş ya tîrorîst.
Ji aliyekî dî Xelîl anî ziman ko di 21 Nîsana buhirî de wî û cîgira Serokê Hevbendiyê Nexem Xadirî bi nûnerên desthilata Nerwêcî re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya piştgiriya bizavên vegerandina jiyanê bo Kobanî kirin, da xelkên wê bikaribin lê vegerin.
Jêder : Hevbendî