Bi amadebûna partiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û beşdariya nivîsgeha serokatiyê; bîranîna çardemîn ya pakrewaniya Şêx Maşûq Elxeznewî li goristana Qamişlo roja şemiyê 1-6-2019 hate vejandin.
Bi rawesatna kêlîkek bê deng li ser canê Şêx û hemû pakrewanan rêwresmên vejandinê destpê kirin.
Silêman Oso endamê nivîsgeha serokatiya ENKS û sekretêrê partiya yekîtî gotinek pêşkêş kir, têde xêrhatin bi tevaya kesên beşdar kir û bi şêweyekî berfireh li ser dîrok û tevger û xebat û tekoşeriya Şêx Mihemed Maşûq Elxeznewî û rewşa ku têde ji hêla rêjîmê ve hate binçavkirin axivî.
Gotina malbata Şêx ji hêla Ebdulsemed Omer hate xwendin û têde ked û xebata Şêx anî ziman û spasiya beşdaran kir.
Tê zanîn ku Şêx Mihemed Maşûq Elxeznewî di 10 heyva gulanê sala 2005 li Şama paytext hate binçavkirin, û di 1 hezîranê ji heman salê pakrewaniya wî li ser destê hêzên ewlekariya rêjîma Elbess hate ragihandin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî