Fermanberiya Mûzexaneyan li parêzgeha Idliba azad dest bi pirojeyekî kir ji bo vegerandina şûnmayên dîrokî yên ji parêzgehê ber bi derve de derketine vegerînin û yên heyî biparêzin.
Birêveberê mûzexaneyên parêzgeha Idliba rizgarkirî, Enes Zêdan, tekez kir ko endamên Beşar Elesed şûnmayên dîrokî didizin û difiroşin, û kar ji bo tunekirina dîroka me dikin , wek çawa jêrxana welat wêran kirine, û tekez kir ko wê doznameyeke navdewletî hildin ji bo wan şûnmayên ko endamên rêjîma Esed bi qaçaxî derxistine vegerînin.
Zêdan got”em ê şûnmayên dîrokî yên Sûriyê û yên ji wan hatine dizîn destnîşan bikin, û piştî wê em ê doznameyên navdewletî ji bo vegerandina wan hildin.”
Zêdan destnîşan kir ko şerê rêjîma Esed li dijî miletê Sûrî ji sala 2011ê ve dike, bû sedema ko beşekî mezin ji şûnwarên Sûriyê yên dîrokî hatine wêrankirin, û got ku me hinek ji wan şûnmayên binirx ên mûzexaneyê li deverin nehênî parastine.
Piştî mûzexaneya Idlibê şûnwarên hatine dizîn bi tekûzî belgeh bike, dê danûstandinê bi UNESCO re bike ji bo wan vegerînin. Û tê zanîn ku Sûriya kevintirîn cih e ko mirovahî lê jiyaye. şeş bajar û 12 cîgehên şûnwarên dîrokî lê hene, ko di lîsteya UNESCO ya pêmayên cîhanî de ne.
Amanca Pirojeyê ko fermanberiya mûzexaneya Idlib pê rabûye ew e, ko şûnwarên wendabûyî û bi qaçaxî derketine derveyî welat destnîşan bike, û li gora peymanên navdewletî vegerînin, û mûzexaneya Idlibê gelek şûnmayên dîrokê tê de hene.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans