Serokê ENKSê “Ibrahîm Biro” û serokê nivîsîngeha têkiliyên derve ya ENKSê Kamîran Haco, duhî roja 28-03-2017, ligel nûnertiya ENKSê ya Herêmê kom bûn, ji bo gengeşekirina pêşhatên siyasî û rewşa Sûriyê bi giştî û nemaze ya kurdî.
Serokê Encûmenê li ser rojeva Cinêvê axivî û nerazîbûna xwe li hember sistiya danustandinan û reva şanda Rijêmê ji danustandinên rasterast nîşan da, û diyar kir ku şanda Rijêmê terorê têxe hêncet û behane bo mana serokê Rijêmê bo zêdetirîn dem, û Biro bal kişand ku dewletên çavdêr û zilhêz hêjî kirîza Sûriyê birêve dibin, bê hewldanên dîtina çareseriyek rasteqîn.
Derbarê rewşa şanda ENKSê ya di desteya bilind a danustandinan de, Biro bal kişand ser ku ew rijd in li ser giringiya serrastkirina birg û deqên belgenameya siyasî ya desteyê yên ku ji aliyê ENKSê nehatiye pejirandin.
Ji aliyê xwe ve, Kamîran Haco serokê nivîsîngeha têkiliyên derve ya ENKSê hat li ser behsa serdana şanda ENKSê ya vê dawiyê bo Amerîka û herwiha hevdîtinên giring yên ligel aliyê hikumranî û fermî yên li ser astekî bilind.
Haco tekez kir ku şanda Encûmenê ji wan aliyan re rewşa ENKSê û kiryarên PYDê yên dijminkarî li dijî endam û partî û nivîsîngehên ENKSê û yên di derheqê gelê kurd de tevî hewlên derbaskirina pêşmerge şirove kirin, û berpirs û rayadarên Amerîka amadehiya xwe bo hewlên derbaskirina pêşmerge bi erêkirinek navdewletî bê çêbûna şerekî kurdî-kurdî nîşan dan, û herwiha bi tundî kiryarên PYDê û tawanên wê yên li dijî mafên mirov û nemaze li dijî partiyên ENKSê şermezar kirin.
Herwiha di hevdîtinê de, amadebûyan behsa civîna partiyên ENKSê û civîna sikirtariya giştî ya ENKSê ya li vê dawiyê li Qamişlo kirin, ku têde biryara vekirina baregeh û nivîsîngehên ENKSê û partiyên wê û berdewamiya kar û xebata siyasî ya aştiyane û riswakirina siyaset û tawanên PYDê yên di derheqê miletê kurd û ENKSê de hatiye standin, û komîteyek bo amadekariyên kongirê çaremîn yê ENKSê hat berhevkirina, her weha hin mijarên navxweyî yên Encûmenê hatin gengeşekirin.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê