piştî têkilî û daxwazin ji wezareta fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Wezareta Fêrkirina Niştimanî li Tirkiyayê daxuyaniyek derbarê xizmetên perwerde û fêrkirinê ji biyaniyan re derxist. Hikûmetê ev biryar derxist ji ber şêlûpêla ku ji aliyê rêvebiriyê û pêşveçûna operasyona fêrkirinê di dema dawî de ket dibistanên Sûrî de, herweha zêdebûna gazinan ji aliyê mamoste û xwendevanan ji rêbaza rêvebirinê ya li van dibistanan bikar tê.
Armanca daxuyaniyê hevrêziya çalakiyên fêrkirinê ji bo Biyaniyên li Tirkiyayê ne, ji bo zarokên di temenê xwendina bivênevê de û pêşkêşkirina xizmetin cûreyî ji fêrkirinê re, ev yek karekî hevbeş bi hemû deste û saziyên têkildar re dixawaze, herweha wê li her navçeyekê bi serokatiya cîgirê birêvebirê fêrkirina niştimanî pêk were, ew di ber birêvebiriya çalakiyên fêrkirinê ên bo Ecaniban berpirsyar e, di vê desteyê de bi kêmanî birêvebir û mamosteyek zimanê Ecnebî dikaribe hevdîtina bi xwendevanan re yan wergêr re pêk bîne, yan bi kesên ku walî bibîne ku pêwist e ji saziyên bi vê mijarê re têkildar bin.
Li gor vê daxuyaniyê, û li gor wezareta Perwerdeyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, diyar kir wê careke dî hemû dibistanên Sûrî yên taybet ku li Tirkiyayê kar dikin werin birêxistin, wê gelek kar li hêviya desteya Fêrkirina Ecaniban be, yek jê rêdariya xwendevanan ji bo saziyên fêrkirinê di riya desteya veguestina xwendevavnan re, dîtina dever û cihekî bo wan, û li gor heman jêderî deste di ber serastkirina bawername û belgeyên fêrkirinê berpirs e.
Wê hemû xwendevanên ku Nasnameya Bicihbûnê bi wan re heye, yên ku nemreya kesayetî ya Ecaniba wernegirtibin, û xwendevanên ku li gel aliyên fermî tomar kirîne û belgenameya danasînê ku vê yekê isbat dike wê berî bidin saziyên pispor di navçeyê de. Lê xwendevanên ku belgenameyên fêrkirinê bi wan re tune be, wê deste ji wan re ezmûneya zaniyariyan û destnîşankirina astê çê bikin, herweha wê desteya perwerdeyî kar li ser terxandina avahiyên bi saziyên giştî ya taybet ve girêdayî ne bike, di riya danekî sax yan nîv danî û her navçeyek biryayra avakirina navendeke fêrkirina demkî li deverên hewcedarî vê yekê, û bi rêveberiya Fêrkirina Niştimanî li wê navçeyê yan deverê girêdayî ye.
Jêder: Hikûmeta Sûrî ya Demkî.