Fermanberê Rojhilata Navîn di dezgeha Netewên Yekbûyî de ji bo karûbarê Penaberan, Emîn Ewad doh înê anî ziman ko lêdanên Rûsya û pirbûna kuştinê li derdora Bajarê Helebê hişt ko bêtir ji 30 hezar kes derbider bibin.
Her wiha Herêmên nêzîkî sînorê wilayeta Kilîks ya Tirkiyê bisedan Sûrî yên ko ji ber şer reviyane hatin wir, ewan bi karînên xwe yên destpêkî kon vegeritin.
Şêwirdarê ragihandinê yê dosya Sûrî di Desteya Hawarhatina mirovî ya Tirkiyê “IHH” Buraq Qaraca Oxlo got ko ewî di serdana xwe ya ji Til Rifet re, li Helebê dît ko nêzîk 1500 kesan ji ber bombebarana Rûsî li ser Helebê û derdora wê ber bi herêma Ehraş re reviyane. Li wir bi karînên xwe yê xwemalî Kampek çêkirine.
Qaraca hişyarî ji pirbûna pêdiviyên Penaberan da û bi taybetî bi hatina demsala zivistanê re û eger pêleke xurt ya Penaberan bi ser de hat, gerek bilez pêdiviyên hewandina wan bên amadekirin û hem xwarin û pêdiviyên tendiristiyê bêne dabîn kirin.
Rêkxistina Navdewletî ya koçberiyê got ko koçberiya bibal Yonanê ve di pêmc rojan re giha 48 hezaran û di 21Çêriya Pêşî de bidawî bû, û ev di hefteyekê de di evê salê de bilinditirîn rêje ye. Her wiha Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce tekez kir ko dagîrkirina Rûsî ji Sûriyê re “aramî û ewlehiya herêmê têk dibe û ewlehiya cîhanê dike metirsiyê. ”
Xoce got; giring e herêmeke aram li bakur û başûrê welat çêbibe, çimkî ewê gelekan ji bermîlên teqîner yê rêjîmê biparêze û derbideriya ber bi derve ve kêm bike.
Xoce bêtir got: Herêma aram tê wateya hêminî û aramiyê, û bi çêbûna wê dê Penaber li xaka xwe vegerin û dê alîkariyên mirovî bileztir bigihên wan.
Jêder: Hevbendî+Enadol