Bêtir ji 600 malbatan ji bajarokê Eqêrebat û gundên wê li gundewarê Hemayê yê rojhilat derbider bûne û berê xwe dane gundê Sincar li herêma Me’ret Elnu’man li gundewarê parêzgeha Idlibê, ew jî bi sedema bombebarana tund ya li ser bajarok û gundên wê ji hêla hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê ve, li gora Encûmena xwecihî li herêmê gotiye.
Her weha serokê Encûmena xwecihî li gundên Elşêx Berekê li herêma Sincar Wasil Elehmed tekez kir ko hejmara derbideran bi giştî gihaye 700 malbatî li herêma Sincar, 600 jin û 1800 zarok, hin kesên bi nexweşiyên giran di nav wan de hene wek pûçbûna zarokan, û bêtir got ko heta nuha tiştek ji bilî sepetên xwarinê ji derbideran re nehatiye pêşkêşkirin.
Gund û bajarokên navçeya Eqêrebat û ya Else’in yên ko sivîl di wan de zehmetiyan dikêşînin û rewşa jiyana wan pir aloz e, tûşî bombebarana berdewam ji hêla firokên rêjîma Esed û firokên Rûsya dibin, û ew bombebaran dibe sedema kuştin û birîndarkirinê û piraniya qurbaniyan sivîl in.
Emcûmena xwecihî ya bajarokê Eqêrebat û gundewarê wê ji hefteyekê de banng li rêkxistinên navdewletî û yên mirovî û Encûmena mafên mirovan kirine tako rêbuhêrkên mirovî ji sivîlên dorpêçkirî re li herêma Eqêrebat vekin, û got ku “cengê ew westandine û tu gunehê wan nîn e, ji bilî ko ew ketine navbera herdu agiran de, yê rêjîma Esed û yê rêkxistina Daiş”.
Berê jî Encûmena xwecihî ya bajarokê Eqêrebat di daxuyaniyeke xwe de ya li ser malperên danûstandinê yên civakî hatiye belavkirin, berpirsiyarî kiriye hustê rêkxistinên navdewletî û Encûmena xwecihî, û di daxuyaniya xwe de daxwaz ji alayên şoreşger kir ko bi erkên xwe ji bo niştecihên Eqêrebat rabin û rêbuhêrkên mirovî vekin ji herêmên ko di bin kontrola wan de yên nêzîk û sivîlan rizgar bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acanc