Hêzên Rijêmê û firokên Rûsiya bi awayekê zêdetir bombên napalim û fisfora sipî di kiryarên bombebarankirina bajar û bajokên Xûta rojhilat de bikar tînin, ku bûne egerê şehîdketin û birîndarbûna bi dehên sivîlan.
Ji aliyê dezgehên ragihandinê hat ragihandin ku kuştareke hovane li bajarê E’rbín li Xûta rojhilat li şeva pêncşemê ji aliyê hêzên Rijêmê hat pêkanîn û têde 37 sivîl di nav de jin û zarok hatin şewitandin bi sedema bombebarankirina wan bi mûşekên napalim ên qedexekirî.
Û gotin ku bombebarana dijwar hevdem bû ligel hewlên hêzên Rijêmê yên serneketî ji bo desrbasbûna li nav bajarê E’rbîn, û dezgehên ragihandinê bal kişandin ku penagehek bi mûşekeke napalim hat bombebarankirin û bû egerê şewtandina 37 sivîlan, jin û zarok jî di nav wan de hebûn.
Îro roja înê, careke din gaza kilorê ya bi jehr ji aliyê hêzên Rijêmê li dijî bajarokê Zemalka li devera navrasta Xûta rojhilat hat bikaranîn.
Û herwiha bajarê Dûma bi giranî ji aliyê hêzên Rijêmê hat bombebarankirin, ku zêdetir ji 20 êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya bi napalim û fisforê hatin pêkanîn, û tevî ku ji nîva şeva duhî ve topbarankirin berdewam e.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza destêwerdaneke bilez û pêwîst ji bo parastina sivîlên Sûriyê û rawestandina tawanên Rûsiya û Îranê û rijêma Esed û dadgehkirina wan ji konseya ewlekariyê û NY û sercem endam û rêxistin û saziyên wê kiribû.
Û ji aliyê çalakvanan ve, wêneyekî bombebarana bi napalim ji aliyê firokên Rûsiya bi awayekî şaş li ser navenda bajarê Şamê hat belavkirin, û Hevbendiya Niştimanî dîtibû ku serokê Rûsiya Vladimir Putin dixwaze li ser hesabê xwîna zarok û jin û kal û pîrên Sûriyê destkeftan tomar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya