Ji ber rewşa dawî li başûrê Sûriyê û di heman demê de danûstendinên rêjîma Esed li gel Encumana Sûriya Dîmuqrat li Şama paytext, tirs di nav welatiyên parêzgeha Hesekê de mezin dibe.
Tirsa sereke ji wê yekê ye ku rêjîm bi hêzên xwe yên ewlehiyê ve li bajarên parêzgehê vegere, û di heman demê de hêminî li deverê nemîne, weke çend teqînên dawî ku li bajarê Hesekê û Qamişlo qewimîn.
Agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê di dema dawî de, hejmarek teqîn û du bûyerên tolhildanê li Hesekê û gundwarê Tiltemir diyar kirin.
Derbarê vê mijarê, çalakvan Rodî Oso yê ji bajarê Hesekê ji malpera me re diyar kir ku bi şêweyekî mezin metrsî di nav welatiyan de belav dibe, çi alîgirên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD û çi welatiyên ku bi ser cemawerê rikberiyê ve tên nasîn.
Oso got ku alîgirên PYD ji tolhildana welatiyan ditirsin, ji ber ku dema desthilat bûn, zilm û zor li welatiyan dikirin, bi taybetî li deverên Erebî û beşên din, û ditirsin ji aliyê rêjîmê û hêzên ewlehiyê ve bên xwestin, ji ber helwestên wan ên siyasî û piştgirtina wan ji şoreşa Sûriyê re .
Çalakvanê kurd bal kişan ku ayinda parêzgeha Hesekê ne diyar e, û ji ber wê yekê tirs li rex welatiya mezin dibe.
Tê zanîn ku agahiyên vegera rêjîmê bo bajarên parêzgeha Hesekê pir dibin, bi taybet piştî bûyerên parêzgeha Derʹayê û danûstendinên ku di navbera rêjîma Esed û Encumana Sûriya Dîmuqrat de li Şama paytext çêbûn.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevebendiya Niştimanî ya Sûrî