Çekdarên rêjîma Esed û Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD ê, rê nadin welatiyên sivîl ku ji Efrînê herin bajarê Helebê li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand, Zeyno ku got çekdarên bi ser rêjîma Esed ve li bajarokên Nubil û Elzehraa bi dehan welatiyên sivîl ji xelkên Efrînê ku vedigeriyan Helebê roja sêşemê 23-1-2018 girtin û birin kampên leşkerî.
Her wiha Zeyno tekez kir ku çekdarên PYDê rê nadin welatiyên sivîl ku ber bi bajarê Helebê ve herin, û balkişand ku milîsên bi ser rêjîma Esed ve li bajarokên Nubil û Elzehraa her welatiyakî bi 250 hezar L.S bi dizî derbasî bajarê helebê dikin.
Zeyno diyar kir ku rewşa welatiyên sivîl pir xirab e, û bi hezaran dixwazin vegerin Helebê ji ber şerê Efrînê lê ji cekdarên rêjîmê ku zarokên wan digrin û dişînin eniyên şer bi tirsin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiyê