Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD, roja Pêncşemê 26 Nîsan ê, Fadî Mer’î endamê emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li bajarê Dêrikê revand.
Celal Mer’î birayê Fadî ev nûçe ji malpera Hevbendiyê re piştrast kir û got ku hejmarek ji çekdarên rûnixumandî birayê wî revand û ta vê gavê çarenivîsa wî ne diyar e.
Her weha Mer’î bal kişand ku Fadî li bajarê Dêrikê beşdarî erkekî civakî bibû berî ku ji hêla çekdarên PYD bê revandin.
Tê zanîn ku di heyva Nîsanê de, hejmara endamên emîndariya giştî ya ENKS yên ji hêla çekdarên PYD ve hatine revandin û çarenivîsa wan ne diyar e gihişt sê endaman, ew jî Fêsel Yşsuf , Ni’met Dawûd û Fadî Mer’ê ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê