Girûpek çekdar bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve peyamnêrê Dezgeha ARK Ehmed Sofî roja duşemê 22-10-2018 li bajarê Dêrikê revandin .
Jêderkê ji malbata Sofî ji malpera Hevbendiyê re diyar kir ku kurê wan di nîvê rojê de li ser riya gundê Bane Qesrê yê bi ser Dêrikê ve ji hêla girûpeke çekdar a bi ser PYDê ve hate revandin, û ta vê gavê çarenivîsa wî nediyar e.
Rêxistina Deştê ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya, daxuyaniyek derbarê revandina Endamê xwe belavkir, têde ev kiryar bi tundî şermezar kir, û got ku “ev cara duyemîne ku Sofî ji hêla heman alî ve tê revandin, û bal kişand ku ev revandina welatparêzan û çalakvanan ji doza wan venagirîne û moralê wan lawaz nake.”
Tê zanîn ku hejmarek serkirde û endamên partiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û çalakvanên siyasî di zindanên PYDê de binçavkirî ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî