Dadweriya beljîkî dest bi dadgehkirina sê kompaniyên beljîkî kir, bi sûcê şandina çekên kîmyayî ji bo rejîma Esad, û bikaranîna wan di êrîşên li dijî sivîlan de, û kuştina bi hezaran sivîlên Sûriyê.
Rojnameya “‘Ineb beledî” ya xwecihî, li ser zarê rojnameya “7 SUR7” ya Beljîkî, duhî roja pêncşemê ragihand ku doza hatiye bilindkirin ji dadgehê re tê de tawanbarkirina sê kompaniyan bi sûcê şandina 168 ton “isopropanol” ji rejîma Esed re hatiye, di navbera salên 2014 û 2016 de.
Dozgerê giştî daxwaza sepandina sizayeke darayî bi kujmê 750,000 Euro, btevlî zîndankirina du serokên wan kompaniyan di navbera 4 ta 18 heyvan kiriye.
Tê zanîn ku Komîsyona Navnetewî ya Lêpirsînê ya Netewên Yekbûyî di rapora xwe ya dawiyê de, berpirsyariya bi dehan êrîşên kîmayî û di nav de êrîşên dawiyê yên sala par li ser Dûma û Xanşêxon xistibû stûyê rejîmê de.
Hevdem ku hersê kompanî tên tawanbarkirin li ser dozên din yên girêdayî bi sextekariyên mohlet û bacên gumrikî û yarîkirina bi aliyên ku bar ji bo wan bêne şandin.
Û ligorî rojnameyê biryar e ku lêpirsîna li ser vê dozgeriyê di 31ê çileyê paşîn (January) de bête lidarxistin, û biryara dawiyê bi riya rûniştinek dadwerî bête standin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekezî li ser giringiya sizakirina rejîma Esed, û hemû kesên berpirsyar û bikarhênerên çekên kîmyayî li dijî sivîlan kiribû, û pêdagirî kiribû li ser pêwîstiya cezakirina hemû kompaniyên alîkar ji bo berhemhênana çekên kîmyayî yên bûne sedema kuştina bi hezaran.
Herwiha ku Yekîtiya Ewropayê her ji sala 2011an ve dest bi sepandina cezayên aborî li ser rêjîma Esed kiribû, û heta sala 2018 dirêj kir, û wan sizayan 244 kesayetî û 67 kompanî û bank û saziyên bazirganî û aborî li xwe girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê