Firokên Rûsiya êrîşên xwe yên esmanî li ser Helebê pir dike, ku têde gelek ziyanên mezin li mirovan û jêrxaneya bingehîn ya bajêr bûn, digel pêşketinek berçav ya hêzên rêjîmê û mîlîşên “Sûriya demokratîk”, û encûmena xwecihî “Rewşa Awarte” ragihand bi sedema van guhertinên metirsîdar û dorpêçkirina sivîlan ji aliyê hêzên Esed û milisên PYD’ê.
Zekeriya Amîno, cîgirê serokê encûmenê, diyar kir ku ew bi awayekî berdewam pêwendiyan ligel rêxistinên mirovî û yên nemîrî dikin, ji bona xistina fişaran li ser rêjîmê û rakirina dorpêça li ser Helebê, û derbaskirina keresteyên xwarinê û yên pizîşkî û sûtemeniyê bo taxên dorpêçkirî.
Amîno got ku piştî sepandina dorpêçkirinek “zalim” ji aliyê hêzên rêjîmê li ser nêzîkî 400 hezar hemwelatiyên Helebê, ji aliyê xwe ve me “Rewşa Awarte” ragihand, tevî standina hemû rêşûnên girêdayî bi vê yekê, wek sivikirina mezaxtiyên kar û yên xizmetgozarî bi rêjeya 50% û belavkirina ard li bazargehan ji bona parastina nirxê nan.
Îro û bi kêmanî 10 kes hatin kuştin, bi sedema êrîşên firokên rêjîmê û yên Rûsiya li ser taxên rojhilatê Helebê.
Ku firokên şer yên Rûsiya bi encamdana çend êrîşan bi mûşekên deng li ser taxa Elsaxûr li navçeya bazargehê rabûn, û têde bi kêmayî 7 kes şehîd bûn û hin birîndar ketin, û di êrîşeke din de li ser taxa Elsikirî 3 kes şehîd ketin û şehîdekî din li taxa Bistan Elqesir ket.
Jêder:Hevbendî + Smrat + Wekalat