Rêxistina DAIŞ a terorîst li bajarê Minbicê ji nişteciyên Kurd xwest ku ji bajêr derkevin û herin cihekî din lê ta niha ev biryar nehatiye cîbecîkirin.
çalakvanê Kurd Mihemed Ebdo ji me re ev nûçe piştrast kir û got “Rêxistinê li bajarê Minbic 2 roj weke muhlet dane xelkên Kurd ku ji bajêr derkevin bê ku sedeman diyar bikin lê piştre biryara xwe rawestandin”.
Ebdo da zanîn ku malbatên Kurd xwe amede dikin ku koçberî Tirkiyê yan Kobanê bibin
her wiha Ebdo tekez kir ku rewşa kurdan gellekî xirab e û ta niha bidehan xort li bal DAIŞê girtî hene û berî çend rojan 7 girtî ji zindanên wan reviyan lê ta niha çarenivîsa wan nediyar e
ji hêleke din ve Ebdo da xuyakirin ku Rêxistina DAIŞê li bajarê Minbicê ji xelkên koçber ku li derveyî Minbicê dijîn xwest ku vegerin ser malên xwe, û muhlet ta cejna qurbanê dan wan yan jî wê milk û malên wan kontrol bikin.
Jêder: Hevbendî