Damezirandina rewangeheke mafên zarokan Ji aliyê desteyên sivîl li Xûta Şamê ya rojhilat hat ragihandin, bi armanca dûvçûn û çavdêrîkirina binpêkirinên mafên zarokan û çareserkirina bandorên wan ji aliyê yasayî û pizîşkî ve.
Rêveberê navendê parêzer Silêman Ehmed E’nter duhî roja înê ji ajansa Smart re got ku saziya wan berî heftiyekê hatiye ragihandin, û wê karê wê şopandina binpêkirinên ku dijî mafên zarokên Xûta rojhilat hatine pêkanîn û dûvçûna yasayî be, her weha pêşkêşkirina çareseriya derûnî û pizîşkî ya pêwîst ji bo zarokên tûşî wan binpêkirinan bûne çi ji aliyê laş û beden ve be yan jî derûnî be.
E’nter got ku rewangeh wê simînaran li dar bixe û belavokan li ser navend û dezgehên xwendinê belav bike ji bo rawestandina binpêkirinan, û herwiha wê piştgiriya pizîşkî û derûnî bi rêka peydakirina pisporên derûnî û pizîşkên saxlemiya laş û bedenê dema ku zarok rastî lêdanê bibin pêşkêş bike.
Wek tê zanîn ku zarokên Xûta rojhilat rastî gelek binpêkirinan hatine, di pêşiyê de rastî bombebarankirina ji aliyê hêzên rijêma Esed bûne, ya bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi sedên zarokan, û herwiha gelek ji wan tevlî zaroktiya xwe kar dikin, bi sedema dorpêçkirina Xûta rojhilat ji aliyê hêzên Rijêmê ve.
Hêjayî gotinê ye ku saziya (UNICEF) ya NY di dawiya heyva gulana 2017 an de gotibû ku zêdetir ji du milyon zarokên Sûriyê di bin dorpêça hêzên Rijêmê de û li navçeyên asê yên ku gihiştina wan zehmet e û derman û derziyên pêwîst nagihên wan dijîn.
Saziya navhatî ya taybet bi karubarên zarokan di daxuyaniyekê de gotibû ku pêwestiya 5 milyon zarok li Sûriyê bi alîkariyên sereke heye, û ew yekser rastî nexweşiyên metirsîdar dibin, di heman dema kêmbûna alîkariyên mirovî yan jî nebûna wan bi carekê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Smrat