Artêşa Sûrî a Azad bidehan ji endamên Hêzên Esed û milişiyên regezperist ên pêv girêdayî di navbera kuştî û birîndar de îroj nêzî Şamê xistin, piştî dafeke asê ku Liwayê Şehîdên Misilmaniyê ji tibabk ji hêzên ku hewl dabûn vê sibehê derbas bibin bajêr re danîbûn.
Hêzên rejîmê bi piştgiriya milişiyên regezperist dest bi hewldanên derbasbûna bajarê Dareya ji hêla Rojava de kirin, û di bin bumbebaraneke tund ji serbazgeh û tangên derdorê bajêr belavbûyî dikarîbûn dest deynin ser xalekê. Lê Artêşa Sûrî ya Azad li bajêr lê zîvirî û hêza pêş ketibû xist dafekê û di encamê de piraniya wan hatin kuştin û yên mayî birîndar bûn.
Herweha hêzên derbasbûyî hewl dan şoreşgeran ji hev bixin, û eniyin dî vekirin mîna ya Bakur û Rojhilat ta karibin laşê kuştiyan bikişînin, lê Artêşa Azad dijî vê hewldanê rawestiya û hejmarek ji leşkeran kuşt, çend erebeyên BMB şewitandin, û hejmarek ji çekan bidest xistin.
Jêder: Hevbendî