Parêzer Emar Tibab rêverberê Desteya Sûrî Ya Dada Veguhêz û serokê fayilê Binçavkirina Kotekî di raporta desteya navborî ya ku navê Sindoqa Reş lêkirî tekez kir ” amaje bi hebûna bêhtir ji 60 hezar kesên bêserûşûn dike li gor hejmara texmînkirî, û nêzîkî 53,522 binçavbûyan, ku di nav wan de 6722 kes hatine kuştin û 1348 zarok û 1511 jin”. Serokê fayilê bêseruşûnan bo nivîsîngeha ragihandina hevbendiyê di daxuyaniyek taybet de da zanîn ku ” Sûriya ne yekemîn dewlet e ku welatiyên xwe bêseruşûn dike û yê ne dewleta dawîyê jî be, lê belkî bête tomarkirin ku dewleta yekemîn e ku civakek bi temamî binçav kiriye, û wek mînakekî , ev tawan hatine tekezkirin bi şehadeta xelkên hin navçeyên nêzîkî Wadî Eldeyf li Idlibê, ku hin navçe bi temamî ji bal hêzên Esed hatine desteserkirin û heta niha hêç zanyariyek nîne li ser çarenivîsa wan, ku 11 hezar nemûne ji bêserûşûnan hatine dupat kirin bi rêka wêneyên belav bûyî di raporta Sîzar de, ku rêjîm di ber windabûna wan de berpirsyar e, lê mixabin û ji ber sedemên siyasî tevahiya Cîhanê li hember vê tawanê bêdeng maye û bê ku rêz li mirovayetiyê bête girtin. Lê li aliyekî din civaka navdewletî pêkve li dijî DAIŞ rabû ji ber pêdawîstiyên Siyasî, û ev guhertina pîvanan dide xuyakirin ku çav ji tawankarê serekî hatiye girtin yê ku tawankariya DAIŞ berdewamiyek e tanwankariya wî re, ya ku Cîhan li ser bêdeng e”. Tibab wesa bi axaftina xwe de çû û got:” yek ji karên Siyasî yên aqil jê nagire ewe, ku rêjîm û herwiha civaka Navdewletî hewla dîtina behaneyekê dikin bo pêkanîna biryareka navnetewî li sûriya bi rêka binşankirina kotekî, ku yek ji wan rewşa rojnamevanê Emerîkî Cimês Folî bû yê hat serjêkirin li ser destê rêxistina DAIŞ di heftiya bûrî de, hêjayî gotinê ye ku rojnamevanê Emerîkî yê hat serjêkirin, bêseruşûn bûye di Sûriya de li dawiya sala 2012an, anku berî hebûna rêxistina DAIŞ di Sûriya de, di dema ku li ser kêşa 11 hezar bêseruşûnên Sûrî yên di (raporta Sîzar) de hatibûn û ta niha jî tevî tekezkirina wan tawanan cîhan tev bêdeng e, ev rewş diyar dike ku regezê mirov ewe yê dihêle nirx û bihayê wî hebe an nebe, û ev çende me li pêş pîvaneke neheq dirawestîne, ku 11 hezar sûrî ne li hember yek Emrekî ne”. û dawî bi gotina xwe anî û got: ” hîç dîrokek nine ku bikin rojbûna vê tawana di Sûriya de qewimî, lê em bi hêvî ne ku ew roja bê ku ev tawan bi dawî bên û rêz û hurmet li mirovayetiyê bête vegerandin”. û li dawiyê Serokê Fayilê Bêserûşûnan sipasiya nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê kir û daxuyaniya xwe bi dawî kir û got:” îro gotinên li ser lêvên dayîkên Sûriyan ev in: hêjî ez wêneyên zarokên xwe dihilênim, û hêjî dema girtina wêne dibîra xwe tînim, ew dema herdem dibeje ku ew li vir bûn, hêjî wî wêneyî di dilê xwe de diparêzim”
Jêder: Hevbendî