Desteyên sivîl li parêzgeha Idlibê amanckirina hêzên rêjîmê ji cihên niştecihan û yên zindîdar re li bajar û bajarok û gundên başûrê parêzgehê pirotesto kirin, ko ew bûne sedema komkujiyan di du rojên bûrî de, û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ko rekser têwerdanê bikin bo parastina sivîlan û bombebarana li dijî sivîlan rawestînin.
Desteyên sivîl bal kişandin ser ko bombebaran bû sedema ku bi dehan sivîl ji nav wan jin û zarok şehîd bikevin, her weha niştecihên herêmê ber bi herêmên bêtir aram derbider bibin.
Tîma Hevrêzkariya alîkariyan anîn ziman ko hêzên Rûjîmê û Rûsya 40 bajar û bajarok û gund li parêzgeha Heleb, Idlib û Hemayê amanc kirine, di encamê de 11 sivîl ji nav wan jin û zarok hatine kuştin û birîndar bûne.
Tîma Hevrêzkariya alîkariyê destnîşan kir ko operasiyonên bombebarana dubarekirî bi amanca ku wan herêman ji niştecihên wan vala bikin e, û dibîne ko ew tawankariyên cengê û guhertina dîmugrafî ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko operasiyonên tiroristî yên hêzên rêjîmê derheqê sivîlan pêk tînin rawestîne, û berpirsên wan ji dadgeha tawankariyên navdewletî re pêşkêş bike.
Tîma Hevrêzkariya alîkariyê got ku giring e rewşa amadebaşiyê li bakurê Sûriyê bête ragihandin, û dest bi alîkariya derbiderên ji ber bombebarana hêzên rêjîmê reviyane bikin.
Parêzgeha Idlib ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya ve ketiye ber operasiyonên topbaran û mûşekan ên berdewam, di encamê de hejmarek sivîl şehîd ketine û birîndar bûne, tev ko herêm di peymana Idlibê de ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî