Cotkarên bajarê Kobanê nerazbûna xwe berdewam dikin ji biryara rêveberiya PYDê ji bo nirxê kirîna berhemên cotkaran yê genim û ceh ,her wiha dengê xwe bilind dikin û dibêjin ku keda wan tê dizîn.
Piştî rêveberiya PYDê nirxê genim bi 150 L.S û ceh 100 L.S destnîşan kir, û Wezareta Çandiniyê ya rêjîmê nirxê genim bi 185 L.S û ceh 135 L.S destnîşan kiriye û her wiha careke din rêveberiyê nirxê genim kir 160 L.S dîsa xelkê Kobanê nerazbûna xwe berdewam dikin û dibêjin: rêveberiya PYDê dixweze keda me bi me re parevebike..
Cotkar S. E, yek ji cotkarên Kobaniye nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji malpera me re ragihand ku rêveberiya PYDê wê genim ji cotkaran bi 160 L.S bikire û bifroşe rêjîma Esed bi 185 L.S û tekez kir ku ev jî dizîyeke eşkere ye.
Cotkar da zanîn ku rêveberiya PYDê 10 L.S li nirxê genim zêde kirin, û dîsa ne li gor daxweziyê cotkaran e.
Li gor wî cotkarî, berjewendiya cotkaran ne xem e ji rêveberiya PYDê re, tenê berjewendiyên wê jêre pêwîst in, Her wiha bal kişand ku rewşa xelkê Kobanê pir dijwar û xirab e, û xelk li hember PYDê dengê xwe bilind dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî