Piştî ko hêzên rêjîmê başûrê Sûriyê kontrol kirine, Operasiyonên berxwedana gelî yên li başûrê Sûriyê dest pê kirine, gehan herêma Elqelemon ya bakur rojavayê Şamê, ko Liberxwedana Gelî ragehand ko wê karwanekî milîtanên Hizbullah duhî duşembê amanc kiriye, di encamê de sê turumbêlên hizbulah wêran kirin û yên têde hatin kuştin û birîndar bûn.
Liberxwedana Gelî li ser rûpelê xwe yê Facebookê tekez kir ko bi operasiyoneke bihêz karwanekî hizbullah li ser rêka Qelemon ya herdem hizbulah bikar tîne amanc kirine, û di encamê de sê turumbêlên hizbulah têk dan û yên têde hatin kuştin.
Operasiyona ku yekem car e bi vî şêweyî li herêma ko di bin kontrola hizbullah de li Qelemên çêdibe, piştî çend hefteyan ji cîbicîkirina operasiyoneke coreyî li bajarê Şamê û navçeyên wê bû, piştî ko xortên herêma Qelemûn ragehandin ko wan hêzek bi navê Ensar Elheq damezirandine, û gotin ko ew yên artêşa Liberxwedana Gelî ne.
Dîsa pevçûn li Elsenemên derketin li gundewarê Dera, piştî ko Liberxwedana Gelî li Dera bi çekên sivîk û navencî avahiya Ewlekariya Tewanan û rêbenda +-
Jêderin ji bajêr gotin ku êrîşê bi bombeyên destî dest pê kir, di pey re gulebaraneke bi hêz ya 20 xulekan berdewam kir derket.
Tête destnîşankirin ko yekem hêzên Liberxwedana Gelî li dijî hêzên rêjîmê û hêzên pê re alîkar sala par li Dera hate damezirandin, piştî ko rêjîma Esed ew dever kontrol kir, operasiyonên xwe li dijî bargehên rêjîmê pêkanîne, û rêbendên li ser rêkan û xal û bargehên ewlehî û yên leşkerî amanc kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî