Dezgehên Şoreşgerî û yên xizmetan li taxa Elwe’ir li Humsê, doz li Netewên Yekbûyî kir dako yekser pêdiviyên mirovî ji kesên dopêçkirî re li taxê pêk bîne, û aliyê berpirsiyar di ber dorpêçê de û nahêle alîkarî derbas bibin ragehîne.
Di daxuyaniyekê de, doh sêşemê, Encûmena Parêzgeha Hums ya azad, û Komele û Rêkxistinên mirovî û yên hawarhatinê, û Komîtên Bijîşkî û yên xizmetgozeran yên hundirê taxa Elwe’ir derxistin, tekez kirin ko “Netewên Yekbûyî sozên xwe yên ko berî şeş mehan bi rêjîma Esed re imze kirin bicih neanîn.”
Netewên Yekbûyî soza pirogramekî “mezin” dabû xelkên taxê, pirojeyên karmendkirnê û pirojeyên xizmetan û alîkariyên mirovî tê de hebûn. û soza garantiya derbasbûna heyberên xwarinê û nebirrîna kehrebê û çakkirina rewşa bijîşkî û ya taxê dabû, û bi taybetî piştî serdana berpirsiyarên Xaça Sor ji bo nexweşxana Elwelîd li taxê. ev li gora daxuyaniyê de hatibû.
Dezgehan di daxuyaniya xwe de Netewên Yekbûyî bi bêdengiyê tawanbar kir, li himber nepêkanîna rêjîma Esed ji bo daxwazên kesên dorpêçkirî , hem jî keresteyin ji lîsta alîkariyan derxistin ko ew ji pêşindeyên pêdiviyên kesên hewcedar bûn. û derbaskirina alîkariyan ji bo taxê tenê ma parin piçûk, ew jî li ser daxwaza rêjîmê wisa kir.
Her weha Dezgehan diyar kirin ko Nivîsgeha Netewên Yekbûyî çi daxuyanî der barê sedema nehêlana derbasbûna samanên mirovî ji bo taxa Elwe’ir dernexistiye, tev ko gelek caran daxwaz jê kirine, çimkî rewşa mirovî di hersê mehên buhirî de pir dijwar bû.
Endamê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Merwan Heco Elrîfaî, berê guhnedana rêkxistinên navdewletî bi danûstandina bi bobelata kesên dorpêçkirî li Sûriyê pirotesto kiribû. û matmayîna xwe dide xuyakirin li ser çawa Netewên Yekbûyî behaneyan dike û dibêje ku wan erêkirina Rêjîmê bidest nexistiye û nikare alîkariyan bigehîne.
Elrîfaî tekez kir ko neberpirsiyariya yasayî û ya mirovî ko rêkxistina netewên yekbûyî dide nayê pejirandin, lêbelê ew dijberî rola rêkxitinên mirovî û yên mafê mirovan e û dijberî biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ko dibêjin giring e alîkariyên bijîşkî û hawarhatinê derbasî herêmên dorpêçkirî bibin, û rêbuhêrkên mirovî ji bo gihandina alîkariyan bê erêkirina Esed vebin.
Hêzên Rêjîmê nahêlin samanên xwarinê û yên bijîşkî ji bo bêtir ji sedhezar kesî re ji sê salan ve derbas bibin. Tev ko peymanek heye bi çavdêriya netewên yekbûyî ji heyva çilê pêşî sala 2015an, ji bo alîkariyên mirovî ji xelkên taxê re derbas bikin.
Jêder: Hevbendî