Di vê heftiyê de bêhtir ji 1500 penaberên kampa Ze’iterî li Urdinê, mifadar bûn ji xizmetguzariyên pizêşkî û saxlemî yên “kilînîkgehên Si’ûdî yên taybetmend yên bo gazîya birayên xwe yên Sûrî pêşkêş dike “.
Ku bi dirêjahiya heftiya heftan piştî sedî, kilînîkgehên Si’ûdî berdewam in di pêşkêşkirina xizmet û çavdêriya pizîşkî û tenduristî bo penaberên Sûrî.
Dr. Mihemed Ismaîl rêveberê pizîşkî yê kilînîkgehên taybetmend diyar kir ku, kilînîkgehên navborî yên ku hejmara wan 12 kilînîkgehên pisporin, di heftiya heftan de piştî sedî di karê xwe de bo pêşkêşkirina xizmetên pizêşkî bo penaberên Sûrî berdewam in, mamele digel (1579) nexweşî re kirine, tevî ku dermanxaneyên van kilînîkgehan dermanên (907) reçêteyî dane nexweşan, ku hin ji wan racêteyan rojane û hin jî heyvane bûn, ku têne mezaxtin bi şêwekî demdemî li ser nexweşên nexweşiyên demdirêj mîna Şekir û bilindbûna fişara xwînê û nexweşiyên dil, herwiha (185) qotîkên şîrê zarokan li ser zarokên şîrmij di çarçoveya pirojeyê “mezinbûna bi tenduristî û asayî”hatin belavkirin, û li aliyekî din taqîgehên kilînîkgehan bi encamdana (101) tehlîlên pizîşkî rabûn, tevlî (27) nexweşên ku wêneyên tîşkî bo wan hatin girtin ji aliyê beşê tîşkî.
Dr. Bedir Ebdulrehman Elsemhan rêveberê herêmî yê Hilmeta niştimanî ya Si’ûdî, dazanîn ku hilmetên hawarhatinê yên Si’ûdî bi raspardên mîr û serpirştyarê giştî yê hilmetên hewarçûnê Mîr Mihemed kurê Nayf kurê Ebdulezîz yê ku giringiyeka mezin dide tewerê pizîşkî ji ber bandora rewşa saxlemiyê li ser aliyên din yên jiyana penaberên Sûrî nameze piştî gelek aliyan ji guhdana saxlemiya penaberan xwe dan paş, û herwiha ji encama kêmbûna perepêdanê û nebûna karînan, ku kilînîkgehên Siûdî yên taybetmend berdewamiyê didin pirojeyên xwe, û bernameyên xwe yên pizîşkî cêbicê dikin bi rêka “mezinbûna bi saxlemî û asayî” û pirogramê “weexîsû Elmelhûf”, tevlî amadekariyên wê bo destpêkirina pirojeyê “mezinbûna bi saxlemî û Asayî” bi rêka ofîsa xwe li Libnanê jî da ku zarokên sûrî yên penaber li Libnanê mifayê jê bibînin.
Jêder: Hevbendî+Wekalat