Duhî roja yekşemê û li gor nivîsîngeha dîkomîntkirinê li Hema û gundewarê wê, 33 sivîl li gundewarê bakurê rojhilatê Hema li heyamê heftiyekê hetine kuştin, û ji aliyê çalakvanan hatiye belgekirin, piştî zêdebûna êrîşên firokên şer yên rijêma Esed û Rûsiy.
Nivîsîngehê got ku hejmara êrîşên esmanî li ser navçeyê gihişt 582 êrîşan, û bûn sedema kuştina 33 sivîlan û birîndarbûna 83 sivîlên din, herwiha gelek sivîl tevlî jin û zarokan hatin kuştin bi sedema bombebarankirina herdu parêzgehên Hema û Idlibê.
Herwiha bajarokê Elletaminê û derdora bajarokê Morik û bajarokê Letmîn û gundê E’tşan û bajarê kelha Elmodîq û rexên bajarokê Elsirmaniyê û Elhemra û gundê Elxerim û E’rifa û gundê Hiwayîs Ibin Hedîb li gundewarë Hema ji aliyê firokên Rûsiya hatin bombebarankirin.
Di heman çarçovê de, bajarokê Bêtcin li gundewarê Şamê bi bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên rijêma Esed hat bombebarankirin, hevdem ligel topbarankirina taxên bajêr bi armanca kontrolkirina wê di çarçovê hilmetekê de ya ji çend rojan ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat