Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan îro Roja Pêncşemê got ko wê di roja pêncan ji peymana “rawestandina karên dijayetiyê” 35 caran derandin belgeh kirine
23 ji wan operasiyonên kuştinê û 12 yên girtinê ko hêzên rêjîma Esed kirine.
Toreyê di raporta xwe ya pêncemîn de ya der barê derandinên rêkeftina “rawestandina karên dijayetiyê” doh çarşembê, hêzên Esed 20 caran şer-rawestandin derandiye , û hêzên ko dibêjin Rûsî ne sê caran bi operasiyonên kuştinê rêkeftin derandine, hejmara derandinan ji destpêka peymana rawestandina şer” 27 sibatê” heta nuha giha 180 derandinê. ”
Toreya mafnasiyê “kuştina endamekî alayên Opozisyona çekdar ko li ser destê hêzên Esed hatiye kuştin belgeh kiriye.”
Li gora raportê derandin di riya operasiyonên şer re, li hemû parêzgehên Sûriyê bûye, Laziqiyê 9 caran, Gundewarê Şamê 6, Hums û Hema 2 û Idlib carekê bûye.
sê derandin jî, dibêjin ku yên hêzên Rûsî ne, li Laziqiyê pêk hatine.
Raportê diyar kir ko derandinên hêzên Esed yên operasiyonên girtinê li Şamê 3, li Gundewarê Şamê 2 û Helebê 2, û Hums 2 û 1 li Dêra zorê û 1 li Laziqiyê û yek li Hemayê pêk hatiye.
Komîta Emerîkî Rûsî ya hevbeş doza vekolînê di evan bûyeran de yên ko hatine belgeh kirin di zûtirîn dem de kir, û civaka Sûriyê bi encamên vekolînê agehda bikin û nehêlin ko dubare bibin.
Toreyê guman li ser paşeroja peymanê kir, çimkî ew tenê ji aliyê Rûsya û Emerîka ve ye û got: “hîç Rûsya nikare rola navgîn bileyize çimkî ew li aliyê Rêjîmê radiweste.”
Û got: “aramî li ber têkçûnê ye eger ev derandin berdewam bibin” doz li Emerîka kir ko aliyê Rûsî ji derandinên wî birawestîne.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Semîr Nişar doh di daxuyaniyekê de diyar kir ko ji bil roja yekem, asta derandinan zêde bûye, wisa tê xuyakirin ko istiratîciyeke leşkerî libal Rêjîmê û Rûsya heye dixwazin hêzên Islamî yên nermerê û Artêşa azad di dema aramiyê de amanc bikin.
Nişar berdewam kir, berdewamiya derandinan dê Operasiyona siyasî têk bibe, doz li Netewên Yekbûyî kir çimkî ew çavdêra peymanê ye, ko li derandinên Esed û Rûsya yên dubarekirî binere û li himber bêdeng nemîne, û pêrabênên xwe yên pêdivî bike da wan rawestîne, û pêvajoya Operasiyona siyasî biparêze, ew dê bihêle derfet li ber têketina danûstandinên jidil, dako çareyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û hemû biryarên navdewletî bête dîtin, ko dê Desteyeke Desthilatdariya veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê ,ji wan jî yên serokkomar, damezirînin.
Jêder: Hevbendî+Ajans