Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davut Oglo got ku “binpêkirinên rêjîma Esed û Rûsiya dihêlin rêkeftin lawaz bimîne”, û nîşan da ku welatê wî û Yekîtiya Oropayê giringiyek mezin didin cîbecîkirina agirbesteke rastyeqîne li Sûriyayê.
Ev gotinên wî di kongirekî rojnamevanî yê hevbeş de li gel serokê Yekîtiya Oropayê Donald Task, doh pêncşembê piştî civîneke duqolî di nav herduyan de li Qesra Tişanqaya li Enqeraya paytext.
Û Davut Oglo “Rêjîma Esed û aliyin alîkar jê re” tometbar kirin di ber tiştê li Sûriyê pêk tê, ku ji encama wê rêxistinên”terrorist” li deverê peyda bûn, û tekez kir ku Tirkiya û Yekîtiya Oropayê ew in yên ku baca van bûyeran didin.
Û serokwezîrê Tirkiyê da xuyakirin ku di civîna bi Task re pêşketinên dawî yên doseya Sûriyê hatin behiskirin, her weha qeyrana penaberan û barên giran yên li ser milê herdû aliyan û rêyên çareserkirina wan.
Ji hêla xwe ve, serokê encumena Yekîtiya Oropayê bal kişand ser ku hin alî û hêz hene, qeyrana penaberan “wek alaveke nû ji pêkanîna armancin xwe yên taybet re” bikar tînin.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan,doh pêncşembê, 35 binpêkirin di pêncemîn roja rêkeftina”Rawestandina Karên Dijminkarî” li Sûriyê belge kirin, ew binpêkirin 23 ji wan di riya operasyonên şer re bûn, û 12 di riya girtina ku hêzên Esed pê rabûn.
Û toreya Sûrî di rapora xwe ya pêncemîn ya belgekirina binpêkirinên rêkeftina”Rawestandina Kaeên Dijminkarî” de nivîsîye, ku doh çarşembê hêzên Esed 20 binpêkirin di riya operasyonên şer re kirine, û hêzên Rûsiya 3 binpêkirin kirine, ku hejmara binpêkirinan tev wan giha nêzî 180 binpêkirinê her ji destpêka agirbestê di 27 sibata bûrî de.
Jêder: Hevbendî + Ajans