Lêborîna Navdewletî “Amnesty” di raporteke xwe de heryek ji rêjîma Esed û Rûsiya bi armanckirina nexweşxaneyan gunehbar kir, ku wî karî bimebest wek rêbazeke xwe ya stratîjîk ya cengê li Sûriya bikar tînin.
Hevdem digel vê yekê, komîta karubarên derve ya kongirêsê Amerîka, heryek ji rêjîmê û Rûsiya tawanbar kir bi ” encamdana tawankariyan û binpêkirina yasayên navdewletî bi rêka rêvebirina oparisyonên bombebarankirina bi mebest dijî armancên sivîl, tevî nanpêjgeh û nexweşxane û bazargeh û xwendingehan”.
Rêxistina “Amnesty” di raporta xwe de ragihand ku hêzên Esed û Rûsiya bi dirêjahiya hersê heyvên derbasbûyî û bi awayekî bimebest û rêbazkirî, naxweşxane û navendên pizîşkî bombebaran dikin, ji bo amadekariyên li pêş derbasbûna hêzên bejayî li bakurê Helebê.
“Amnesty” got ku êrîşên bimebest li ser sivîlên ku bi awayekî rasterast di karên dijminkarî de beşdar nabin, û êrîşên li ser nexeeşxane û navendên pizîşkî, bi xwe binpêkirina yasaya mirovahî ya navdewletî ye, û digehêjin asta tawanên şer.
Raportê bal kişand ku armanckirina nexweşxane û navendên pizîşkî didomandin heta di dema rêkeftinên lawaz yên agirbestê jî çê dibûn, û raporta Rêxistina Lêborîna Navdewletî ev bombebarankirin wek binpêkirineke beloq ji yasaya navdewletî re ya bi erkê parastina kargeh û saziyên pizîşkî di demên şeran de dirabe salix da.
Rêvebera karûbarên qeyranan di Rêxistina Lêborîna Navdewletî de, Tîra Hesen got ku ” hêzên rêjîmê û Rûsiya bimebest êrîşî navendên saxlemiyê dikin, ku bi eşkerayî yasaya mirovahî ya navdewletî tê binpêkirin, lê tişta nexweş xuya dibe ku wêrankirina nexweşxaneyan bûye beşek ji stratîjiya wan ya serbazî”.
Hesen got ku “nûtirîn zincîra êrîşan li ser navendên saxlemiyê, di destpêkê de wek beşek ji stratîjiya ku bidehan navendên pizîşkî hatin wêrankirin û bi sedan pizîşk û birînpêç hatin kuştin”.
Û bizavên navdewletî zêdetir dibin bo eşkerakirina tawanên rêjîma Esed û hevalbendên wê li dijî sivîlan li Sûriyê, ku li pêştir raporta lêborîna navdewletî, dîtina fermandarê giştî yê hêzên hevpeymaniya NATO li Ewropa, jeneral Fîlîp Birîlaf hat ku têde “Rûsiya û rêjîma Esed tawanbar kirin bi bikaranîna koçbarkirinê wek çek li dijî Ewropa û bikaranîna bermîlên teqîner wek amrazekî leşkerî bo derxistina xelkê ji mal û xaniyên wan ber bi awarebûnê de”.
Jêder: Wekalat