Encûmena xwecihî ya navçeya Cendirêsê ya bi ser herêma Efrînê ve, îro çarşembê 25.07.2018, dibistanek bo zarokên ko ji xwendina xwe paş ketine û kêmendaman vekir, bi amanca fêrkirina wan bo amadekirin ji sala xwendinê ya dahatî re.
Li dibistana Hunera jinan a li navçeyê, poleke nû li dibistanê hate vekirin bo fêrkirina zarokên ji xwendinê paşde mane û yên kêmendam, li gora ko endamekî encûmena xwecihî tekez kir.
Endamê encûnenê got ku heta nuha 25 şagirtên keç û kur xwe tomar kirine, û hêj tomarkirin berdewam e, bo mezintirîn hejmar bête bicih kirin, û diyar kir ko piraniya mamostayan ji xelkên herêmê ne, û encûmena xwecihî dê hewil bide bi hemû karîmên xwe pêdiviyên wan ên pertûkên rêbazê pêk bîne.
Tê zanîn ko piştî encûmenên xwecihî li bajarê Efrînê û navçeyên bi ser ve hatin damezirandin, wan karaekî hêje ji bo pêşkêşkirina xizmetên giring kirin, û pêdiviyên giring yên jêrxana bingehîn dabîn kirin, û alîkariya hevwelatiyan kirin û navtêdan kirin tako li deverên xwe vegerin.
Jêder: Beşê Kurdî yê malpera Hevbendiyê/Rojavanews