Tevgera bazirganiyê hinbihin li bajarê Efrînê vedigere piştî dorpêçkirina her çar aliyên bajêr bi sedema nakokiyên navbera çekdaran û girûpên islamî de.
dorpêç zêdeyî du heyvan berdewam kir û riya navbera Efrîn û Ezazê ku bi tenê dihat bikaranîn ji hêla bazirganên ku pêdiviyên rojane û sotemenî derbasî herêmê dikirin hat qutkirin, di encamê de nirxê tevaya pêdiviyên jiyanê bilind bû û hejmarek ji pirojeyên avakirinê û pîşesaziyê hatin rawestandin, her weha bazirganan li gor xwe nirx kontrol dikirin bi taybet yên pêdiviyên sereke wek gazê, mazot,û şekir.
Ji hêla xweve PYD dest bi komkirina baca ku li ser milet hatibû ferz kirin kir, û ev yek bû cihê nerazîbûnê di nav xelkê de, lê hinan jî ew bac dan da ku karibin jiyana xwe li bajêr derbas bikin.
Jêder : Hevbendî