Îro roja înê 31/03/2017, Dr Ebdulhekîm Bişar cîgirê serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê li Cinêvê ligel Mayikil Rantî alîkarê wezîrê derve yê Amerîka yê karubarê Sûriya û Îraq û Libnan û Filistînê kom bû, û behsa danustandinên Cinêvê û asoyên piroseya siyasî li Sûriyê kirin.
Berirsê Amerîkî tekezî kir li ser giringiya tevlîbûna oposizyonê bi awayekî kûrtir di gengeşeyên niha dibin û li ser sercem teweran, û divê oposizyon bi awayekî mezin erênî be ligel şanderê navdewletî.
Rantî bal kişand li ser rewşa aloz ya desteya bilind ya danustandinan, ji ber ku deste ji nûnerên çend pêkhateyan pêk tê, boçûnên wan ji hev cuda ne di gelek pirsên serekî de, û beşên oposizyonê hevpeyvîneka kûr li ser wan mijaran nekirine bi armanca dîtina sazan û rêkeftinên guncayî. Û bal kişand ku wê desteya bilind rastî astengiyên mezin bê û wê bersiva pirsên mezin jê bête xwestin, û wê pirsyar li ser paşeroja Sûriyê jê bête kirin, çi li ser astê şêweyê dewletê be ya sîstema wê û mîkanîzmên dabînkirina seqamgeriyê hevdem ligel cudahiyên kûr yên civakî, û çi jî li ser asta mafên pêkhateyan be, nemaze mafên gelê kurd wek duwem netewa mezin li welêt.
Herwiha di hevdîtinê axavtin hat li ser nakokiyên niha yên di navbera nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û desteya bilind ya danustandinan, û helawîstina nûnerê ENKSê amadebûna xwe di geşta niha ya Cinêv de heta dîtina çareseriyek guncayî di civîna desteyê ya bê de li Riyad, û tekezî hat kirin ku ew nakokî ligel desteya Hemahengiyê ne, yên li amzeya xwe ya li ser belgenameyên wajokirî di çarçovê desteya bilind de xwedî dernakevin, û pabendnebûna xwe diyar dikin, û ev yek nebaweriyê di navbera firaksyonên desteyê de peyda dike, û dibe gef li ser parçebûna desteyê, û ji aliyê xwe ve, Rantî têgihiştina xwe li hember karvedana nûnerên ENKSê xuya kir û tekezî li ser pêwîstiya diyalogê di navbera gelê kurd û pêkhateyên din de kir.
Herwiha cîgirê serokê Hevbendiyê behsa lênêrîna ENKSê kir derbarê paşeroja Sûriyê ya ku têde hatiye ku Sûriya bibe dewletek federal û xudan destûrek lîberal ku têde hemû takekes û pêkhate yeksan bin.
Rantî tekez kir ku Amerîka bo rewşa aloz ya Sûriyê têdigehe ku pêwîstî bi çareseriyek siyasî û bi jinavbirina terorê heye, û Amerîka dijberiya terorê bi karekî serekî dibîne û dixwaze ku Sûriyayek demokrat bê stem û tundutîjî û teror bibîne, ku têde xelkê Sûriyê bi azadî û yeksanî bijîn û gelê kurd bi mafên xwe yên netewî şad bibe di hindur Sûriya yekbûyî de.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê