Ji encama teqîna bumbeyekê li bajarê Qamişlo; du welatî roja Pêncşemê 31-1-2019 birîndar bûn.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li parêzgeha Hesekê diyar kir ku bi demjimêrên nîvroja Pêncşemê re bumbeyek çandî li nêzî baregeheke polîsên rêjîma Sûrî li taxa Erbewiyê teqiya, û di encamê de jinek û zaroka wê birîndar bûn.
Peyamnêrê me diyar kir ku “Herdû kesên birîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin, û rewşa wan ne arame û birînên wan dijwar in”.
Tê zanîn ku roj bi roj rewşa ewlehiyê li bajarê Qamişlo têkdiçe, û rêjeya tewanên teqînan û kuştin û revandinê zêde dibe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê