Duh çarşemê 24 Nîsanê di encama teqîna mayinekê de bav û lawê xwe li gundewarê bajarê Kobanê hatin kuştin li gor çalakvan Ferhan Mihemed ji malpera me re ragihand.
Mihemed da zanîn ku di encama teqîna mayinekê de Îdrîs Şikrî (45)salî, û lawê wî Ciwan Îdrîs Şikrî (11) sal li gundê Dolîdax li rojavayî Kobanê jiyana xwe dest dan.
Her wiha Mihemed diyar kir ku Îdrîs û lawê xwe dema xendeq dikolan mayinek bi wan de teqiya û got ku “DAÎŞê li gundewarê Kobanê mayin çandibûn dema ku herêm kontrol kirbûn”.
Tê zanîn ku bi dehan welatiyên sivîl li bajarê Kobanê û gundewarê wê di encama teqînên mayinên rêxistina DAÎŞ de hatine kuştin.
Jêder : Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî