Rojane zêdeyî pênc hezar kesî ji hemû parêzgehên sûrî li gundê Elî Kerê yê girêdayî navçeya Bilbilê li Efrînê dicivin da ku sînor bi qaçaxî derbas bikin û carna bi rojan li wê deverê dimînin ta ku rê bi dest wan dikeve
Ev diyarde di dema dawî de zêde bûye bi taybet piştî ku dergehên sînorî yên fermî hatin girtin, her wiha dijwarkirina kontrolê li ser sînorê parêzgeha Idlibê, lewra welatî di riya Qetmê – Kefercenê re derbasî Efrînê dibin, û nasnameyên wan li karaca Kefercenê tên tomarkirin û her kesek hezar lîreyên sûrî dide piştre berê xwe didin sînor ta biqaçaxçî tên derbaskirin.
Mihemmed ciwanek Idlibê ye dibêje “bi hêsanî me sînorê di navbera Idlib û Tirkyê de derbas dikir, lê niha pir zehmet e, dibe ku ji ber kontrolkirina Eniya Elnusra ji bajêr re be”
Ji hêla xwe ve Xelîl tev sê zarokên xwe ji Minbic ya di bin kontrola DAIŞ de ye reviyane got ” me nema karîbû li gor biryarên DAIŞ bijîn û me bihîst ku em dikarin di Efrînê re derbasî Tirkyê bibin”.
Piraniya qaçaxçiyan temenê wan tenê di nav 15 – 20 salan de ne, û ji hêla qaçaxçiyên nenas bi rêkxistin dibin, ew qaçaxçî keysê ji welatiya tînin , tenê wan dighênin gundên sînorî û direvin piştî ku pereyan ji wan distînin.
Jêder :Hevbendî