Roja yekşemê 19 vê heyvê û di bin duruşma “Ber Bi Ayindeyeke Baştir Ji Sêwiyan Re” komela El melak ya xwedîkirina zarokên sêwî û kêm-endaman bi alîkariya komela El’etaa ya xêrxwaziyê li bajarê Efrînê dest bi festîvala yekem bi nave “Hêvî Heye” kir.
Mistefa Osman serokê komela El’etaa ji mere got ku armanca vê çalakiyê ewe ku, em zarokên sêwî ji rewşa nerênî ku miletê Sûrî bi giştî û herêma me bi taybetî têde dijîn dûrxînin.
Her wiha Osman diyar kir ku zarok ji parêzgehên Hims- Hema-Idlib û Helebê beşdarî çalakiyên ,ku du rojan berdewam kirin, bûn
ji hêla xwe ve seroka komela Elmelak Elmaza Ebdo got: “şano , stran ,lîstikên bi şahî û xwendina Quranê hatin pêşkêşkirin, her wiha diyarî li 1200 zarokî hatin belavkirin”.
Hêjaye gotinê ku heyva sor ya Sûrî kursiyên veguhêz ji bo zarokên kêm endam pêşkêş kirin.
Jêder: Hevbendî