Wezîrê tendiristiyê yê desthilata Sûrî ya demkî Mihemed Fîras Elcindî rêjîma Esed tawanbar kir ko ew li pey belavbûna nexweşiyên derûnî ye li Sûriyê, di encama bikaranîna berfireh û berdewam ji çekan re û bombebarana herdemî li ser herêmên niştecihan ên zindîdar .
Elcindî ji “Elqudis Elerebî” re got ku bêtir ji 95% ji nexweşên derûnî bi sedema “mûşek, bombe û tirsê ne, û rêjîma Esed sivîlan bombebaran dike ”
Wezîr destnîşan kir ku Sûriya û ji gava şoreşê destpêkiriye zehmetiyan bi sedema kêmbûna bijîşkên derûnî dibîne, û ew bandorê li ser dema nuha dike.
Elcindî tekez kir ko rewşa miletê Sûrî tê re dibuhûre bi sedema koçberkirin, bombebaran, kêmendamî û pûçbûnê, nexweşiyên derûnî libal piçûk û mezinan çêdikin, û ew sedemên belavkirina nexweşiyên derûnî ne”
Berê jî wezareta tendiristiyê ya desthilata demkî nameyek ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîs re sand, derbarê bombebarana rêbazkirî ya rêjîma Esed û Rûsya ji nexweşxane û bargehên bijîşkî re, û bû sedema kuştina hejmareke mezin ji kadiran û alav û avahiyên wan dezgehan nema kar dikin.
Wezareta tendiristiyê ya desthilata demkî diyar kir ko ji sala 2011 ve û heta sala 2015ê bi kêmanî 70 bargehên bijîşkî hatine bombebarankirin, û 497 bijîşk û berdesê bijîşkan û endamên hawarhatinê şehîd ketine. Û destnîşan kir ko ev hejmar di sala 2016ê de zêde bû, û hejmara cihên bijîşkî yên wêranbûyî giha 286an, û 151 kadirên bijîşkî şehîd ketine.
Çendîn Rêkxistinên navdewletî li ser mijarê axivîne ko nexweşên derûnî li Sûriyê hene berî ko ragehînin 300hezar kes hewcedarî çareserkirinê ji nexweşiyên derûnî ne, û tenê 750 kes ji wan çareser dibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî