Endamê desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Fûad Elîko ragihand ku lihevkirin çêbûye ku xelkê Efrînê devera xwe birêve bibin, û daxwaz ji Rêxistinên navdewletî kir ku derbasî nav Efrînê bibin.
Elîko eşkere kir ku Artêşa Azad rê li ber vegera xelkê bo nav Efrînê û gundên wê vekiriye, lê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û rêjîma Esed nahêlin xelkê Efrînê vegerin.
Elîko, da xuyakirin ku ti guhertineke demografîk li Efrînê nehatiye kirin, lê heger xelk venegerin nav malên xwe metisriya wê yekê heye ku koçberên nav kampan di nava Efrînê bêne bicihkirin.
Elîko got ku divê pêdiviyên jiyanê yên wek xwarin û vexwarinê pêk werin û pêwîst e rêxistinên navdewletî bikaribin derbasî nav bajêr bibin.
Li dawiya axiftina xwe de Endamê Hevbendiya Niştimanî, Fuad Elîko tekez kir ku wê Deverên Efrînê bi Hikûmeta Demkî ve bêne girêdan Weke ku Ezaz, Ra’î û Bab girêdayî wê ne, û wê komîteyên xwecihî li hemû deveran ji xelkê wê bêne hilbijartin.
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê/rudaw