Encumana niştimanî ya kurd li sûriyê, di rojên 19 û 20 Gulana 2015 de, civata xwe ya normal lidar xist di ofîsa Partiya Dîmoqrata Kurdistan-Sûriya li bajarê Qamişlo, di destpêkê de biryara vegerandina endamtiya Partiya Dîmoqrata Kurd Li Sûriyê (Elpartî) û Partiya Yekîtiya Dîmoqrat (Yekîtî) dan û ew di civatan de beşdar kirin.
Bi armanca aktîvkirina Encumana Niştimanî Ya Kurd , Eencûman hejmarek biryar standin, ji wan biryaran tevlîkirina partiya Çep Ya Dîmoqrat Ya Kurd û ya Çepa Kurdistanî û hejmarek ji rêxistinên xortan û yên jinan û rêxistinên çalakvaniyên civakî , û biryardana şêweyê beşdarkirina wan di Kongireyê Encumana Niştimanî Yê Sêyemîn de.
Her weha komîtek amadekariyê hat destnîşankirin,û biryara şêweyê lidarxistina kongirekî serkeftî dan, û 11ê Hizêrana dahatî wek dema lidarxistina kongir destnîşan kirin.
Muhsin Tahir endamê Emîndariya Giştî Ya Encuman ji beşê kurdî yê ragihandina hevbendiyê re diyar kir ku rêjeya nûnerîtiya her pêkhateyekî encuman bi vî rengî ye (50% partî-10%Jin-12% xort-28%kesên serbixwe).
Tahir weha jî got: encuman biryara vegerandina herdu partiyên ji encuman dûrxistî bo encuman da, û daxwaznameya partiya Çepa Dîmoqrat û Çepa Kurdistanî , bi mercê beşdarkirina wan wek yek partiyê hat pesendkirin , lê sebaret bi daxwaznameya Azadî û Yekîtî kurdistanî hat paşxistin bo kongir.
Jêder:Hevbendî