Îro 23/3 Encumana Xwcihiya Hesekê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, konfiransek çapemeniyê li bargeha xwecihiyê lidar xist, taybet bû bi têkçûna rêkeftina di navbera ENKS û Tevgera Civaka Dîmuqrat (TEV-DEM) de,ya derbarê lidarxistina rêwresemên bixaksipartina pakrewanên komelkujiya bajarê Hesekê.
Mehmûd Ûcê serokê xwecihiyê û Silêman Oso endamê nivîsgeha siyasî ya partiya Yekîtî û Ebdulrehman Ebtan endamê komîta navendî ya PDK-S konfirans birêve birin.
Nûnerên ENKS tekez kirin ku wan beşdarbûna bixaksipartina pakrewana baykot kir, ji ber ku TEV-DEM pabendî bi rêkeftina di nav herdû aliyan de hebû nekir.
Ûcê diyar kir ku ENKS û TEV-DEM li ser xwendina du gotaran lihev kiribûn, lê TEV-DEMê xwest ku gotarekê bi navê kantona cizîrê bixwîne û ev yek bû cihê nerazîbûnê li cem ENKSê.
Ji hêla xwe ve Silêman Oso got “Biryara me baykotkirin bû, lê beşdarbûna me rêzgirtin ji xwîna pakrewanan re bû”
Her wiha Ebdulrehman Ebtan tekezî li ser pabendiya xwe bi pêşkêşkirina hemû pêdiviyên birîndaran anî ziman, û ewê deryê bargeha xwecihiyê ji bo pêşwaziya sersaxîxwazan vekin..
Hêjaye gotinê ku Emîndariya Encumana Niştimaniya Kurd di daxuyaniyeka xwe de , ev kiryar şermezar kirin , û retkirina xwe ji sûdewergirtina ji êş û azarên gelê me ji bo pêkanîna qezencên partîtî yên teng diyar kir , û pabendiya xwe ya berdewam bi peymanên ku dikevin xizmeta yekirina rêz û helwestên kurdan anî ziman, û tekezî li ser parastina aştiya civakî û hevkariya di navbera hemî pêkhateyên herêmê de kir.
Jêder : Hevbendî