Encûmena xwecihî ya taxa Berzê di rêya desteya bilind ya danûstandinan re nameyek ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî re Entonyo Gotrîs û şandyarê navdewletî Dî Mistora û hevalên gelê Sûrî û serpereştên komkara Erebî û ya Islasmî ya Emerîkî re ya çaverê ye ko çêbibe şand, tê de tekez kir ko operasiyonên koçkirinê yên ko derheqê sivîlan de dibin bi kotekî û ne bi viyana wan dibin.
Encûmena xwecihî diyar kir ko tax ji 18 sibata çûyî de ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya tund, hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî siyaseta xaka sotî bikar anîne, destnîşan kir ko bobelateke mirovî ya mezin çêkirin û 74 kes tevlî zarok û jinan şehîd ketin.
Encûmena xwecihî di nameyê de tekez kir ko ew bi biryarên navdewletî yên bi rewşa Sûriyê ve têkildarin û bi taybetî benda 12,13,14 ji biryara 3354ê pabend in, û dibîne ko civaka navdewletî ew ya berpirsiyariya nepabendiya rêjîmê bi bendan hiltîne. Encûmenê got: eger aliyê din bi biryarê nepabend be civaka navdewletî bi xapandina ko rêjîm pê radibe beşdar e.
Her weha Encûmenê tekez kir ko çalakvaniyên taxa Berzê piştgiriya çareserkirina siyasî û avakirina dewleta dîmuqratî û têkbirina tiroristiyê dikin, û bang li xwedanê biryaran kir ko awayê fişarê li ser rêjîmê bikar bînin ji bo pirojeyê koçkirina niştecihan ji malên wan an radestî rêjîmê bibin birawestînin û dorpêçê ji ser sivîlên taxê rakin û girtiyan ji zindanên rêjîmê berdin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî