Encûmena hoz û eşîrên Ereban daxwaz ji hêzên “Kaniya Aştiyê” kirin da ku devera Menbicê ya gundewarê Helebê ji milîtanên PYD rizgar bikin, û kontrolkirina hin deverên rojhilatê bi pêngaveke girîng ji bo rêvebirina deverê ji aliyê niştecîhên wê yên resen dan zanîn.
Encûmena hoz û aşîretên Ereban li roja yekşemê li bajarê Azaz li gundewarê bakurê Helebê bi amadebûna efserên artêşa niştimanî ya sûrî civînek li dar xistin û pêşveçûnên herî dawîn yên li herêmê gotûbêj kirin.
Beşdaran tekezî li ser kontrolkirina navçeyê kirin ji bo ku wê ji nû ve ava bikin, û tekez kirin ku hêzên “Kaniya Aştiyê” wê herêmê ji hemî rêxistinên terorîst paqij bikin, û ewlehî û aramiyê li wir biparêzin.
Ji çend rojan ve, agirbesteke demkî hat ragihandin li beramber vekişîna milîtanên PYD ji devera ewle, û Hevbendiya Niştimani ya hêzên şer û rikberiya Sûriyê pêşwazî li agirbesta demkî ya operasyonên leşkerî kir û bi “serkeftî” ragihand, û got ku wê armancên xwe di demek kurt de bi kêmtirîn ziyan pêk anîn.
Oparesyona “Kaniya Aşitiyê” bi beşdarbûna artêşa Niştimanî ya Sûrî û artêşa Tirkiyê, roja 9-ê vê mehê, dest pê kir û 1500 km, di nav de bi dehan bajar, navçe û bajarok kontrol kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî/Anatol