Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê kirde û karên tiroristî yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat “PYD” bi girtina Asayişên wan ji Endamê Encûmena Niştimanî Kurdî li Amûdê re “Mihemed Şiwêş” doh roja Sêşembê 21.07.2015an û peyketina Endamê Komîta Siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdî Enwer Naso û Endamê Serpereştî di Rêkjxistina Partiyê de Merwan Hisên Idê pirotesto kirin.
Encûmena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyekê de got: Endamên PYD bi mebest operasiyonên xwe yên binçavkirin û girtina ser malan û girtina rojane bi sedema leşkeriya neçar û revandina zarokan gur dike, bi hewldana ko biryara siyasî talan bike û çi kesên ko ne bi wan re tune bike.
Encûmena Niştimanî tekez kir ko ev kirde wê ji tekoşîna wê ya di ber pirojeyê netewî yê Kurdî li Sûriyê nagerînin, û ewê evan kirdeyan li pêşberî hêzên Kurdistanî û Rêkxistinên navdewletî yên peywendîdar aşkere bikin.
Tê zanîn ko endamê Komîta Navendî yê PDK-S Hesen Remedan (Hesen Remzî) û Endamê Komîta Şax yê Partiya Dîmuqrata Kurdî (Elpartî) Es’ed Remedan û kurê wî yê zarok û hem Jina heftêsalî Xedîca Kalo û ji bil wan jî di zindanên PYD de ne.
Jêder : Hevbendî û Daxuyaniya ENKS