Wezareta Perwerde Û Fêrkariya Hikûmeta Sûrî Ya Demkî ragihand ku Zanîngeha Stembolê dergehê tomarkirinê li pêşiya xwendekarên Sûrî vekir bo veguhestinê û berdewamiya xwendinê di zankoyên xwe de bo sala 2015-2016an ji bo qonaxa zankoyî û xwendina bilind ji bilî beşên pizîşkî û maweya tomarkirinê hat destnîşan kirin ji 3ê tebaxê heta 28ê tebaxa îsal.
Di heman mijarê de wezaretê ragihand ku Zanîngeha Akdinîz li bajarê Entaliya dergehê tomarkirinê vekiriye li pêşiya xwendekarên Sûrî bo veguhestinê û berdewamiya xwendinê di zankoyên xwe de bo sala 2015-2016an ji bo qonaxa zankoyî û xwendina bilind û di nav de beşên pizîşkî jî û bitenê bo qonaxa zankoyî û dema xwe ya tomarkirinê di navbera 13ê Tîrmehê û 31ê tebaxa îsal de destnîşan kiriye.
Wezaretê ji xwendekarên Sûrî xwest ku belgeyên pêwîst pêşkêş bikin û navên xwe tomar bikin bo berdewamkirina xwendinê, û wezaretê diyar kir ku belgename û kelupelên pêwîst bo tomarkirinê li ser malpera wezaretê li ser fêsbûka wê ne.
Jêder: Hevbendî