Wek xelekekê ji zincîra pêrabûn û kiryarên neberpirs ji hêla Partiya Yekîtiya Dimuqrat PYD ê ve, desthilata deriyê Sêmalka ya pê ve girêdayî ye, nehiştin ku duh sibehê roja Sêşembê 3.11.2015an şanda Nivîsgeha Têkiliyên Derve û Niştimanî di Encumena Niştimanî Kurdî de ku derbas bibin Herêma Kurdistana Iraqê bo têkiliyan bi aliyên navdewleî yên xwedî bandor re bikin li ser peydakirina çareyeke siyasî ji kirîza Sûrî re , û diyarkirina nerîna Encumena Niştimanî di vî warî de, û karê bo avakirina Sûriya dimuqrat, pirnetew, û fedral, û misogerkirina mafê milletê Kurd li Sûryayê li gor peyman û belgeyên navdewletî.
Emaneta Giştî ya Encumena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyekê de got ” Ev pêrabûn di dema ku ne li gor giyanê alîkariyê û hevgeirtina ku qonax dixwaze ye, ew karvedan in ji helwestên Encumena Niştimanî Kurdî re yên di riwê kiryar û pêrabûnên desthilatiya PYD pê radibe tê, û nepejirandina gelêrî ji wan kiryaran re mîna leşkeriya neçar, ferzkirina rêbazeke xwendinê ku bû sedema girtina dibistanan û bêparkirina hezarên zarokan ji xwendina wan”.
Encumena Niştimanî Kurdî ji serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Dimuqrat (PYD) û Tevgera Civaka Dimuqrat (Tev – Dem) xwest ku dest ji van kiryarên ne di xizmeta millet de ne berdin û kar li ser peydakirina seqayin erênî bike ku baweriya bi karê hevbeş xurt bike.
Jêder: Hevbendî