Encûmena Niştimanî Kurdî (Firakisyonek ji Hevbendiya Niştimanî Sûrî ye) kirdeyên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ko rêbaza xwe ya xwendinê li ser Zarokên Dibistanan bi behaneya fêrkirina Zimanê Kurdî feriz dike pirotesto kir.
Her wiha Encûmenê di daxuyanieyekê de doh belav kir, kirdeyên PYD ko fêrkirinê di bin rêbaza Partiyekê de û Idyolociya wê de dixwaze rola hêzên siyasî û rêkxistinên civaka sivîl tune bike pirotesto kir. Ev kirdeyên rêjîmên diktatorî di ferizkirina rêbaz û siyaseta xwe bi darê zorê yên ko li dijî yasa û piransîbên mafên mirovan e.
Encûmenê di daxuyaniyê de doz kir ko divê ezmûneya Partiya Bas di Idyolocîkirina fêrkirinê de dubare nebe. Doz li hemû hêzên civaka Kurdî kir ko fişarê bidine ser aliyê ko evan biryara derdixîne da têwerdanê di dibistanan de neke û zarokên Kurdan ji Zarokên Netewên din cuda neke û ewan neçar neke ko zanînê li gora asoyekî siyasî yê teng bixwînin.
Di daxuyaniyê de hat ko awayê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD) berdewamiya siyaseta wê ya berê ye ko armanca wê valakirina herêmên Kurdan e û koçberkirina niştecihên wê yên Kurd e. dema heman Birêvebiriyê ya ko bi ser PYD ve ye leşkeriya neçar li herêmên Kurdî derxist tev ko bi hezaran Pêşmergeyên rahênankirî yên Encûmena Niştimanî Kurdî hene ko berevaniya xak û herêma Kurdan bikin. Lê ewan şirîkatî xerab kirin û xwendevan û karmend û karker amanc kirin û ew bû sedema koçberkirina bi hezaran xortên Kurdan.
Daxuyaniyê diyar kir ko tevgera kurdî bi dehên salan zimanê kurdî parast û çi kesê ko biba endam pabend bû ko zimanê kurdî zanibe. Di dijwartirîn qonaxan de bi evî erkê netewî rabû, hem jî xulên ziman bi veşartinî didan û gelek ketin ber peyketin girtin û êşkencekirinê û hêj tekoşînê dike da zimanê kurdî li herêmên kurdî yê fermî be. Û li Sûriyê ji zimanên serekî be.
Ji aliyekî dî ve daxuyaniyê tekez kir ku giring e rêbaza xwendinê ji bo avakirina mirov di qonaxên xwendinê yên pêşî de bi destê pisporên ziman bête danîn. Her wiha Kadirên fêrkirinê gerek taybetmend bin li gora rêbaza perwerdeyê, lê piraniya ewan kesên ko wê dersan bidin tu pisporiya wan nîn e. Di heman mijarê de ew mamosteyên Kurd amanc dikin hem jî ewan têkin komînan da wan neçar bikin ku evê rêbazê li gora felsefeya Ometa Dîmuqratî bidin ko tu aliyên navdewletî û ne herêmî û heta Rêjîma Esed jî danpêdanê pê nake.
Jêder: Hevbendî