Encûmena Nîştimaniya Sûriyê, pîrozbahiya Serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan kir, bi helkefta” serkeftina wî ya bi xurtî di helbijartinên dîrokî de”, û ” baweriya gelê Tirkî ya bi hêjayî daye wî”. Encûmenê di nameyekê de bi navê gel û miletê Sûriyê û bi navê Corc Sebra serokê Encûmenê pîrozbahî da serokê nû, û encûmenê hêvîkir ku ev helbijartin û serkeftina bi xurtî, bibe destpêkek bo serdemekî nû bo Tirkiya û gelê wê yê bira û bo gelê Tirkiyê seqamgêriyê û demokrasiyê û pêşketinê dabîn bike”, û Encûmenê hestê keyfxweşiya milyonên Sûriyan diyar kir ji bo çesipandina demokrasiyê di damudezgehên dewleteka cîran û dosta Sûriya de, û nemaze di serokatiya komarê de, û amaje kir ” ku yekemîn serokê tirkiya yekser ji bal gel tête helbijartin û navê Sûriya û navên bajarên wê yên mezin tîne ziman û behsa bobelata gelê Suriyê dike di yekemîn gotara xwe de”. û Encûmen tekez kir “ku Tirkiya bi serokatiya Erdogan wê berdewam be di pêşketina xwe ya abûrî û civakî de, û wê berdewam be di siyaseta xwe de ya alîgir bo maf û dadmendiyê û alîkariya miletên bindest û bi taybetî miletê Sûriyê yê di şoreşê de ye bo azadî û rûmeta xwe”.
(jêder:Hevbendî).