Encumana Niştimanî Ya Kurd, di daxuyaniyeke xwe ya roja sêşmbê weşandibû de, ji pêkhateyên civakê û rêxistinên mafê mirov û hêzên siyasî xwest ku dengê xwe yê piştgiriya girtiyên di zindanên PYD de bilind bikin, û daxwaza serbestberdana wan ya yekser bikin, di riya mangirtinekê re ku wê roja înê 2/ 12/2016 li ber mizgefta Selman Elfarisî li taxa Qenat Siwês li Qamişlo demjimêr 3 piştî nîvro dest pê bike.
Ew dawaz hat kirin ji ber berdewamiya PYD di girtinên xwe yên rojane de ji serkirde û kadroyên Encumana Niştimanî Ya Kurdî û çalakvanên wî yên siyasî re, bê ku guh bide ti rewişt û nirxên mirovahî û piransîbên mafên mirovan, û ew karên wê her dem berovajî bercewendî û yekîtiya gelê Kurd in.
Jêder: Hevbendî