Hevdîtinek li Nivîsgeha Encûmenê li Qamişlo lidar ket, di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi nûnertiya birêzan Birahîn Biro, Mihsin Tahir û Fêsel Yûsif, û birêz Birandon Wîner Nûner û Kurê birêz Jak Wîner Serokê Dezgeha Vekolînên Azadiyê.
Li ser rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî gengeşe çê bû, şanda Encûmena Niştimanî bi berfirehî rewşa siyasî ya giştî şirove kir û li ser zêdegaviyên ko partiya Yekîtiya Dîmuqrat li Sûriyê û çekdarên wê der heqê Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî dike axivî.
Wîner jî li ser ezmûneya xwe ya piştgiriya azadiyên giştî û mafê mirovan axivî, û tekez kir ku ew dilxwazê miletê Kurd li Sûriyê ye, û tekez kir ko ewê piştî vê hevdîtinê yekser digel Tevgera Civaka Dîmuqrat bicive, û got çi rê li pêşiya Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî û Partiya Yekîtiya Dîmuqrat da bigihên yek helwestê û yek rêziyê nîn e, ji bil danûstandinê.
Tê zanîn ko Dezgeha Vekolînên azadiyê rêkxistineke nesiyasî û serbixwe ye, guhdanê bi azadî û aramiyê li cîhanê dike û navenda wê li Waşinton e.
Jêder : Hevbendî