Hêzeke bejayî ya Tirkiyê roja Pêncşemê 24-12-2015 derbasî gundê Letîfiyê yê nêzî bajarê Qamişlo bû.
Hêzê nêzê 25 mitran sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê derbas kir û li wî gundî xwe bi cih kir. Ev nûçe li gor agahiyên ku peyamnêrê malpera me bi dest xistine.
Ji hêla xweve emaneta giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurdî li Sûrî ENKS di daxuyaniyekê de ev destwerdan di deverên kurdî de li Sûriyê bi metirsî ragihand, û doza vekşandina wê hêzê ji gundê Letîfiyê û Sermisaxê kir, her wiha ENKS bang li ciavka navdewletî kir ku bi erkê xwe rabe û herêma kurdî biparêze.
Tê zanîn Berî çend rojan leşkerên Tirk bi vî şêweyî derbasî gundê Sermisaxê yê bi ser devera Dêrikê bû, û zeviyên welatiyan bi ser Tirkiyê vekirinûm.
Jêder: Hevbendî