Perlemana Elmanî daxwaz-nameyek daye Encumena Niştimanî Ya kurd da sibe înê 26 sibatê gotarekê li pêş komîta mafê mirovan di perleman de bide, ji bo şirovekirina kêşeyên siyasî û rewşa mafê mirovan li herêmên Kurdî li Sûriyê.
Ji hêleke din ve, û wek berdewamiya hevdîtinên diplomasî, Brahîm Biro serokê Encumena Niştimanî Ya Kurd, û Siyamend Haco endamê Nivîsgeha Peywendiyên Derve, îro pêncşembê 25 sibata 2016, bi berpirsa peywendiyên siyasî yên Almanî bi Asya û Afrîqya re, birêz Zabîna Şibarfaser , û berpirsê Rojhilata Navîn di wezareta derveve ya Almanî de birêz Mîgil Birgir.
Herdû aliyan rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî gotûbêj kirin, û xanim Şibarfasner piştgiriya xwe ji helwesta Encumana Niştimanî Ya Kurd der barê çareya siyasî li Sûriyê anî ziman, her weha fedralîbûna Sûriyê wek çareserî ku ji hêla xwe ve soza piştgiriyê jê re da.
Jêder: Hevbendî