Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê teqîna tiroristî ya ko li Qamişlo çê bû şermezar kir, û di daxuyaniyekê de ji Emîndariya wê ya Giştî derket got”Ev armanckirina wan ji miletê me yê hêmin û aştîxwaz re, nîşana kîn û zikreşiya wan ji miletê me re ye”
Encûmenê di daxuyaniyê de got:”li pêşberî evê tawankariyê ji Tevgera Civaka Dîmuqratî TEV DEM û Encûmena Niştimanî Kurdî tête xwestin ko bi hêza xwe ya leşkerî û siyasî yek rêz bin, çemkî tirorist herkesî amanc dike. ”
Encûmena Niştimanî doz li hemû pêkhatiyên Herêmê kir ko ji nakokiyan bidûr bikevin û parastina aramiya xelkê bikin û bi yekrêzî li dijî dijminê Gel û kujer û tawankaran bin.
Tê zanîn ko Rêxistina Daiş ya tirorist sibeha roja çarşembê 19.08.2015an turumbêleke teqîner li Herêma Pîşesazî li pêşiya bargeha Asayişa PYD li bajarê Qamişlo teqand. Di encamê de bêtir ji deh kesan şehîd ketin û dora pêncî kesî birîndar bûn di nav wan de zarok jî hebûn. Her wiha teqînê pir ziyanên aborî jî li xanî û dikanên nêzîk kirin.
Jêder: Hevbendî